Amerîka li ser êrîsa dronî ya Qamîslo cara ewilî daxwuyanî da

21 June 2023 01:49 0 dîtin
Amerîka li ser êrîsa dronî ya Qamîslo cara ewilî daxwuyanî da

PeyamaKurd – Koordînatorê stratejiya ewlehiya Amerîkayê yê Koşka Sipî John Kirby cara yekem li ser êrîşa Tirkiyê ya dronî ku li Qamîşkoyê kir daxwuyanî da. Tirkiye bi dronê êrîşê biribû ser hevseroka kantona Qamîşlo ya Rojava ser Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajotvanê wan Firat Tuma ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn. Kirby li ser êrîşê got:

“Li ser sînor pirsa ewlehiya Tirkiyê heye û em vêya fêm dikin. Tirkiye di sînor de dibe qurbana êrîşên terorê. Divê Tirkiye bizanibe em li Sûriyê çi dikin, çima dikin û bi kê re çima dixebitin fêm bike. Wê hevkariya me weke koalisyona navdewletî li hemberê IŞİDê dewam bike.”

Li ser pirsa peymanêrê Rûdawê ya di babeta IŞİD ê de Kirby weha got:

“IŞİD qels bûye lê ji bo Sûriyê û Iraqê hêjî tehdîde. Ji ber wê, dê koalisyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê xebata xwe bi HSDê re dewam bike.”