Li Amerîkayê cara duyemîn êrîsa çekdarî çêbû

18 April 2022 00:07 0 dîtin
Li Amerîkayê cara duyemîn êrîsa çekdarî çêbû

PeyamaKurd-Li eyaleta Carolina ya Başûrê Amerîkayê, êrîşa duyemîn a çekdarî çêbû. Rayedaran da zanîn ku di vê êrîşê de 9 kes birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Amerîkayê de hat belavkirin, piştî êrîşa çekdarî ya duh çêbûbû, îro jî êrîşeke çekdarî çêbûye. Li gorî nûçeyê, li Hampton Countyê, di saetên vê sibehê de êrîşê klubekê hatiye kirin.

Di êrîşa ku duh li hember navendeke dan û stendinê hatibû kirin de jî 14 kes birîndar bûbûn. Hat zanîn ku li bajarê Pittsburgh yê Pensilvanyayê, vê sibehê li maleke ku şahî lê dihat kirin, êrîşa çekdarî çêbûye û di encamê de 2 kes hatine kuştin, 8 kes jî birîndar bûne.