Êrîsa çekdarî li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku êrîşeke çekdarî li dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê hat kirin û êrîşkarê welatiyê Sûriyeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Lubnanê ve hat gulebarankirin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê Xê yê artêşa Lubnanê hat dayîn de hat diyarkirin ku kesê ku gule li Balyozxaneya Amerîkayê reşandin welatiyê Sûriyeyê ye.
Hat diyarkirin ku êrîşkar ji aliyê hêzên Lubnanî ve hatiye gulebarankirin û birîndar bûye û piştre ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Hat destnîşankirin ku lêpirsîna êrîşê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin