Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 4 kes hatin kustin

16 July 2023 09:28 0 dîtin
Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 4 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Hampton ê eyaleta Geogia yê herêma Henry a Amerîkayê, di encama êrîşeke çekdarî de, 4 kes hatin kuştin û hîn êrîşkar nehatiye girtin

Li gorî ragihandina rayedarên Amerîkî yên herêma Henry, li ser êrîşê lêpirsîn hatiye destpêkirin û gumanbarê êrîşa çekdarî jî hîn nehatiye girtin.

Berdevkê Buroya Lêpirsînê yê Georgiayê Nelly Miles ragihandiye ku ji bilî ku welatiyan dema êrîşê alîkarî ji wan xwestiye, ti agahiyeke wan a din derbarê wê êrîşê de tune ye.