Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 3 kes hatin kustin 

20 September 2018 21:15 0 dîtin
Li Amerîkayê êrîsa çekdarî: 3 kes hatin kustin 

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama êrîşeke çekdarî li Marylanda eyaleta Amerîkayê de gelek kes hatine gulebarankirin. Di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke zêde kes jî birîndar bûn.

Ji ser hesaba fermî ya Twîtterê ya Şerîfê Harfordê daxuyanî da ku:"Em dikarin teyt bikin ku li qada di navbera Rêya Spesutîayê û Rêya Perrymanê de êrîşeke çekdarî çêbû. Di encama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke zêde kes jî birîndar bûn.."

Harford bi qasî 115 kîlometroyan li bakurê rojhilatê paytext Washîngton DCyê cî digire.