Di êrîsa çekdarî de 10 kes hatin kustin û gelek birîndar hene

07 February 2024 01:54 0 dîtin
Di êrîsa çekdarî de 10 kes hatin kustin û gelek birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Benue li devera Otukpoyê kesên çekdar bi guleyan li der û dora xwe reşandin û di encamê de 10 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Berdevka polîsê Benueyê Catherine Anene, êrîşê piştrast kir û got ku hêzên asayîşê çûne ciyê bûyerê û lêpirsîna bûyerê tekirin.

Li welatê Nîjeryayê li deverên cuda çeteyên çekdar, çekdarên rêxistina Boko Haramê û çekdarên şaxa DEAŞê yên ISWAPO hene.