Li eyaleta Zamfarayê di êrîsa çekdarî de 6 kes hatin kustin

04 January 2024 02:05 0 dîtin
Li eyaleta Zamfarayê di êrîsa çekdarî de 6 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Zamfarayê li devera Bunguduyê kesên çekdar êrîş birin ser xelkê. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û êrîşker gelek kesan revandin.

Li Nîjeryayê di demên dawiyê de rêxistinên weka Boko Haram û beşa DEAŞê ya bi navê ISWAPê êrîş dibin ser xelkê û kesên bê guneh dikujin.

Çekdarên êrîşker bi taybetî li gundên bakûrê welat gundiyan dixin hedefa xwe, êrîşê dibistanan dikin û rêwiyan dikin armanc.

Çekdar tevî cezayê revandina kesan îdame jî car din xelkê direvînin û ji xwediyên wan fidye distînin.