Li eyaleta Kaliforniyayê êrîsa çekdarî: 9 kustî

26 May 2021 22:29 0 dîtin
Li eyaleta Kaliforniyayê êrîsa çekdarî: 9 kustî

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Kaliforniyayê li bajarê San Jose di êrîşeka çekdarî de li gor ragihandinê 8 kes hatine kuştin û pir kes birîndarin. Polîsê bajarê San Joseyê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku piştî êrîşê polîs bersiva êrîşê daye û êrîşker hatiye kuştin. Tevî êrîşker jimara kuştiyan gihaye 9 kesan.

Êrîşker sekiniye da sieta betlana karkerên rêya hesin were û tam di wêxtê de ketiye nav tevgerê. Şerîfê herêma Santa Clarayê ragihandiye ku tîmên wan li ciyê bûyerê ne û weha gotiye:

“Ev bûyerekî ku hêjî germe. Di wexta em lêpirsîna xwe dikin, bila herkes xwe ji deverê dûr bixe.”

Di wexta pêşiya me de wê dozgerê herêmê civînekî çapemeniyê bike.