Di êrîsa çekdarî de 9 kustî, gelek birîndar û revandî hene

02 February 2024 01:58 0 dîtin
Di êrîsa çekdarî de 9 kustî, gelek birîndar û revandî hene

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Benue, li devera Agatuyê li gundê Ogbojuyê di êrîşa çekdarî de 9 kes jiyana xwe ji destdan. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûne û hem gelek kes wenda ne. Serokê herêma Agatuyê Yaqubu Oçefû di mijarê de got:

“Êrîş li gundê Ogbojuyê çêbûye. Piştî êrîşê cesedên 9 kesan hat dîtin. Gelek kes birîndar bûne. Gelek kes wenda ne. Di nav wendayiyan de keçik zêde ne. Bi îhtîmaleka mezin keçikan revandine. Ji bo êrîşan rawestînin em bang li hukumetê dikin.”

Li Nîjeryayê gelek grûbên çete hene. Ji bilî wan, rêxistina Boko Haram û şaxê DEAŞê ISWAPO hene ku hukumet li hemberê wan şer dike.