Li Washingtonê êrîsa çekdarî pêk hat: 1 kustî û 3 birîndar
PeyamaKurd – Li payîtexta Amerîkayê li Washington DC yê kesekî di nav otobusê de û paşî di metroyê de bi sîlihê li kesên ku bi wan re munaqeşê kir, xist. Êrîşker di encamê de kesekî kuşt û 3 kesan birîndar kir. Di bûyerê de kesê hat kuştin ew kes bû ku xwest êrîşker bide sekinandin û xebatkarê metroye. Polîs êrîşker desteser kir.
Hat ragihandin ku êrîş şexsiye û ewilî di otobusê de bi yekî re niqaşê kiriye û dema ji otobusê daketiye di çîma wî de lê daye. Êrîşker li ber makîna bilêtan bi yekî din re munaqeşe kiriye û wî jî birîndar kiriye. Di metroyê de bi jinekî re niqaşê kiriye û xebatkarê metroyê wexta ketiye navbera wan, li xebatkar xistiye û xebatkar jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin