Parîs | Li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya êrîsa çekdarî: 3 kustî, 3 birîndar hene
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê, êrîşeke bi çekan li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatiye kirin. Li gorî zanyariyên dawî 3 kes di encama êrîşê de hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Li gorî ragihandina ajansên nûçeyan Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, ji aliyê êrîşkarekî ve bi çekan hatiye armanckirin û herî kêm 6 kes hatine birîndar kirin ku ji wan 3 kesan can daye.
Polîsê Parîsê piştî erîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, zilamekî ku tê texmînkirin temenê wî 69 salî ye, ji aliyê polîsan ve bi çekê hatiye desteserkirin û daxwaz ji welatiyan tkiriye ku ji ber îhtimala êrîşeke din xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.
Bi zarê şahidan hatiye gotin ku dema êrîşê dengê 7-8 guleyan hatiye bihîstin û kesê êrîşkar jî wekî nijadperestê dijberê koçber û biyaniya tê nirxandin. Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin