Endamekî SADATê ji ber êrîsa Parîsê ya Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat girtin
PeyamaKurd – Medya Fransî ragihandiye ku endamekî berê yê rêxistina hêzên paramilîter û kirêkirî ya Tirkiyeyê SADATê ji ber êrîşa ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Parîsê hatiye binçavkirin.
Rojnamevanê Fransî Gauillaume Perrier ragihandiye ku ji ber têkiliya wi ya bi êrîşa 3yê Adara 2022yan a li Parîsê ku 3 Kurd hatibûn kuştin, kesekî ku berê endamê SADATê bûye hatiye binçavkirin û ew kes li xwe mikur hatiye.
Rojnamevan Perrier ku ji rojnameya Le Point re dixebite di parvekirina xwe de gotiye: “Kesekî gumanbar ku xwe wekî leşkerê berê yê kirêkirî yê SADATê daye naskirin, li Parîsê hate binçavkirin.”
Êrîşkarê yekem ê Navenda Çandê ya Ahmet Kaya William M. dema êrîşa 3yê Adara 2022yan hatibû desteserkirin û hê jî bi awayekî girtî tê darizandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin