ENKS êrîsa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê sermezar kir

25 December 2022 10:36 0 dîtin
ENKS êrîsa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê sermezar kir

PeyamaKurd Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê, êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin şermezar kir.

Li Parîsa paytexta Fransayê, do 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê do li ser bûyerê daxuyaniyek da û ragihand, “ENKS tevî şermezarkirina vê tawana hovane, daxwaz ji revenda Kurdî jî dike ku xwe bigrin û nekevin nav karvedanên bi hêrs yên ku xizmeta dijminên Kurdan dikin, ku tê armanckirin Kurd wêneyê Kurdan û pabendbûna wan bi nirxên azadî û demokrasî û yasayên welatên ku lê dijîn reş bikin.”

ENKSê herwiha bangî revenda Kurdî jî kir, da ku ji bo li welatê sirgûnê bixebitin û bala cîhanê bikşînin ser trajediyên Kurdan.

Herî dawî ENKSê di daxuyaniya xwe de eşkere kir: “Di dema ku ENKS daxwaza eşkerekirina rewşa vê tawanê dike, ew di wê baweriyê de ye ku Fransa ji vê yekê dudilî nabe û wê tawanbaran derxe pêşberî dadgehê.”