ENKSê êrîsa PKKê sermezar kir: Rêzê li serweriya Kurdistanê bigirin!

06 June 2021 15:57 0 dîtin
ENKSê êrîsa PKKê sermezar kir: Rêzê li serweriya Kurdistanê bigirin!

PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser êrîşa PKKê ya şehîdkirina Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji Tirkiyê û PKK kirrêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.

Serkirdayetiya Giştî ya ENKSê di daxuyanhiya xwe de daxwaz li hikûmeta Tirkiyê û PKKê kir ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û ewlehiya xelkê wê bigirin û şerê xwe nebin nav xaka Herêma Kurdistanê.

ENKSê êrîşa li dijî Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û got, “Roja 5ê Hezîranê hin çekdarên PKKê hejmarek Pêşmerge li Çiyayê Metîna kirine armanc û 5 Pêşmerge şehîd bûne û hejmareke din jî birîndar bûne.”

Li aliyê din Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bêyî ku berpirsiya êrîşa PKKê bîne ziman gotiye, “Armanca dagîrkariya Tirkiyê ew e ku şerekî Kurdî-Kurdî çêbibe û ji encama van dijminkariyên Tirkiyê û hewlên derxistina fêlbazî, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.”