ENKSê êrîsa balafirên Rûsyayê sermezar kir û bang li civaka navdewletî kir
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşa balafirên şer ên Rûsyayê ya doh 25ê Hezîranê li ser bajarê Cisir El-Şixûr ê herêma Idlibê ku bi dehan kes bûne qurbanî bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê derbarê êrîşa doh de îro 26ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Roja 25ê Hezîranê balafirên şer ên rûsî, bi hevahengiya bi rêjîmê re, bazareke gelerî li bajarê Cisir El-Şixûr armanc kirin, ku di encamê de gelek kes bûn qurbanî û bi dehan sivîl birîndar bûn, herwiha bû sedema koçberbûna xelkê ji navçeyên ku mêvandariya ziyandîtiyên erdheja 6ê Sibatê kiribû.”
ENKSê diyar kir, “Ev êrîş piştî çend rojan ji bidawîbûna gera 20emîn a civînên Astanayê pêk hat ku yek ji sernavên wê kêmkirina aloziyê li wan deveran bû.”
ENKSê di dewamê de got: “Em vê tawana hovane ya li dijî sivîlên bêguneh şermezar dikin, em bang li civaka navdewletî, bi taybetî li aliyên pêwendîdar dikin, ku bilez tevbigerin da ku dawî li tawanên bi vî rengî bînin, lezê bidin bicihkirina pêngavên çareseriya siyasî ya navdewletî, li gorî biryarên hevdîtinên Cenevê û biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî, ji bo rawestandina binpêkirin û sitemên li ser gelê me yê Sûrî yê ku daxwaza azadî û aştiyê li welat dike.”
Li gorî ragihandina Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyê, di êrîşa ser bazareke Cisir El-Şixûrê ya rojavayê Idlibê de, 9 kes hatine kuştin û 61 kes birîndar bûne ku hejmarek ji wan zarok in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin