YE: Em êrîsa Rûsyayê ya li ser Çernîhiv sermezar dikin!
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) êrîşa Rûsyayê ya li ser bajarê Çernîhîv ê Ukraynayê ku 7 kesan jiyana xwe ji dest da, bi tundî şermezar kir.
Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî X ya berê Twitterê da got ku "herî kêm 7 sivîl" hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, di êrîşa li ser zanîngeh û şanoyê ya li Chernihiv a Ukraynayê. êrîş bi tundî şermezar kirin.
Josep Borrell diyar kir, Yekîtiya Ewropayê wek ji destpêkê ve wê piştgiriya Ukraynayê bidomîne.
Hat qeydkirin ku do di êrîşa bi moşekan a Rûsyayê ya li ser bajarê Çernîhîv a Ukraynayê de 7 kes mirin û 129 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin