Rûsyayê êrîsa Îsraîlê ya li Helebê sermezar kir
PeyamaKurd – Ji Rûsyayê derbarê êrîşa ku duh li Sûriyeyê ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin de daxuyanî hat dayîn.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova êrîşên hêzên Îsraîlê yên li ser xalên cuda yên gundewarên bajarê Helebê ku di encamê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.
Zaxarova got: "Çalakiyên bi vî rengî yên êrîşkar li dijî Sûriyê, ku binpêkirina eşkere ya serweriya welat û pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ye, bi awayekî kategorî nayên qebûlkirin."
Di daxuyaniya ku piştî êrîşa Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hat dayîn de hat diyarkirin ku Îsraîlê li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê depoyeke çekan xistiye û teqîneke tund rû daye û herwiha embarên çekan ên Hîzbullahê jî hene li herêmê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Hîzbullahê ve hat dayîn de êrîş hat tesdîqkirin û navê 6 kesên jiyana xwe ji dest dane hat parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin