Wezarete Karên Derve ya Tirkiyeyê êrîsa Îsraîlê ya li dijî Îranê sermezar kir

26 October 2024 15:31 0 dîtin
Wezarete Karên Derve ya Tirkiyeyê êrîsa Îsraîlê ya li dijî Îranê sermezar kir

PeyamaKurd –  Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê êrîşên hewayî yên artêşa Îsraîlê yên li dijî Îranê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Em êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê bi tundî şermezar dikin.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got, “Îsraîla ku li Xezeyê jenosîdê dike, xwe amade dike ku Şerîa Rojava dagîr bike û li Lubnanê her roj sivîlan qetil dike, herêma me aniye ber sînorê şerekî mezintir.”

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku di dema herî zû de tev bigere ji bo cîbicîkirina hiqûqê û rawestandina hukûmeta Netanyahu, bidawîkirina terorîzma ku Îsraîl li herêmê çêkiriye, di warê tesîskirina ewlehî û aştiya navneteweyî de bûye karekî dîrokî.”

Bi daxuyaniya xwe Wezarete Derve ya Tirkiyeyê tekez kiriye ku, “Ew naxwazin êdî careke din li herêma me şer, tundî û bêhiqûqî çêbibe.”

Her wiha hatiye bibîrxistin ku “Ji bo vegerandina aştiyê li Rojhilata Navîn, pêwîst e welatên herêmê û aktorên neherêmî helwêsteke aqilane bipejirînin.”