Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê dê ji bo derketina ji Lubnanê dest tomarkirina serlêdanan bike

09 October 2024 14:55 0 dîtin
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê dê ji bo derketina ji Lubnanê dest tomarkirina serlêdanan bike

PeyamaKurd – Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, têkildarî derxistina welatiyê xwe yên ji Lubnanê daxuyaniyek da.

Li gorî vê daxuyaniyê; Ji bo derketina bi rêya hewayî dê serlêdanên pêşwext bên tomarkirin. Heger ji bo beşdarbûna van seferan pereyê ku tê diyarkirin bê dayîn, dê tarîx, rê û hejmara seferan diyar bibe. Tevî ku ev yek armanc dike ku alternatîfekê ji bo derketina bi rêya bi deryayî peyda bike jî, heger hewce bike dê keştiyên nû jî ji bo derxistina welatiyan bên şandin.