Wezareta karên derve ya DYAyê: “Em ji banga Öcalan razî ne”

28 February 2025 20:38 0 dîtin
Wezareta karên derve ya DYAyê: “Em ji banga Öcalan razî ne”

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya DYAyê li ser banga serokê PKKê Abdullah Öcalan ku got bila PKK xwe fesh bike û çekan deyne got:

“Her cûre xebata dest berdana çekan û dawî anîna li tehdîdan, pêngavekiye ku em jê razîne. Me daxwuyaniya Abdullah Öcalan dît. DYA, PKKê bi rêxistina terorî nas dike. Lê em her cûre hewla destberdana çekan û dawîanîna li tehdîdan destek dikin.”

Di navbera DEM Partiyê û Abdullah Öcalan ê serokê PKKê de li Îmraliyê de 3 cara hevdîtin çêbû. Di encamê de daxwuyaniya Abdullah Öcalan giha her derê û piştî hevdîtinên cûr bi cûr bang hat kirin.

Niha dor ya Qendîlêye ku li hev bicivin û biryarekî bidin bê ji niha û pê de, dê çi bikin.