Wezareta karên derve ya DYAyê: “Em ê bi HSDê re xebata xwe dewam bikin”
PeyamaKurd – Berdevkekî wezareta karên derve ya DYAyê, li ser pirsa Rûdawê ya di derbarê rûdanên li bajarê Dêrezorê de ragihand:
“Em, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî hevkarekî xwurt yê leşkerî dibînin û ji bo IŞİD xwurt nebe, em ê bi hevre bixebitin. HSD hevkarekî me yê xwurte û hevkariya me dewam dike.
Me biryarê daye ku hêzên xwe li Rojava bihêlin. Di çarçova stratejiya berfireh de, ji bo IŞİDê têkbibin, wê hebûna me ya sînorkirî ya li Rojavayê-Bakûrê Sûriyê dewam bike.”
Bersiva berdevkê wezaretê, li ser di hefta borî de grûbên bi ser rejîma Sûriyê êrîş biribûn ser deverên di bin kontrola HSDê de ku ew jî hinekî deverên bajarê Dêrezorê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin