Wezîrê Karên Derve yê DYAyê bi nîsana xaçê ya li eniya xwe derket televîzyonê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî Marco Rubio bi zindî li ser kanalek televîzyonê bi xaçeke li ser eniya wî xêzkirî ji bo Çarşema Xwelî derket. Ev rojek ku bi piranî ji hêla endamên mezheba Katolîk a Xiristiyaniyê ve tê pîrozkirin e.
Doh li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, gelek Amerîkî, di nav wan de karmendên hikûmeta federal, bi nîşana xaçê, ku sembola baweriya wan e, di roja Çarşema Xwelî de, ku ji bo hin civakên Xiristiyan, bi taybetî mezheba Katolîk rojek pîroz e, çûn cîhên kar.
Wezîrê Karên Derve Rubio, ku bi baweriya katolîk mezin bû, bi awayekî zindî li ser kanaleke nûçeyan a ku xaçeyek mezin li ser eniya wî hatibû xêzkirin wek nîşana pîrozkirina Çarşema Xwelî, daxuyanî da.
Ji aliyê din ve, li gorî çapemeniya neteweyî, li gelek eyaletên welêt, di nav wan de katedralên mezin ên li paytext Washingtonê, bi boneya roja Çarşema Xweliyê, li dêrên mezin xizmetên taybet hatin lidarxistin.
Kesên ku ji dêran derketin li kolan, metro û navendên danûstendinê bi xaçên ku ji toza axê li eniya wan hatibûn kişandin geriyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin