Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Rubio re hevdîtin kir

15 February 2025 17:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê DYAyê bi Rubio re hevdîtin kir

PeyamaKurd -  Serokê Herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê DYAyê, bi Marco Rubio re hevdîtin kir. Hevdîtin di çarçova konferansa ewlehiyê ya Munihê de pêkhat.

Her dû teref hevkariya xwurt ya navbera DYA û Iraq-Herêma Kurdistanê car din erê kirin. Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:

“Me bi wezîrê karên derve yê DYA (Amerîka) re, hevkariya xwurt ya di navbera DYAê û Iraq-Herêma Kurdistanê car din erê kir. Me li ser rêya xwurtirkirina hevkariya xwe, îstîqrara herêmî û ewlehiyê de, dê em ê çawa kûrtir bikin hevdîtin kir. Ji bo demekî dirêje destekê didin me, me sipasiya wezîr kir.”

Li aliyê dinê serokatiya Herêma Kurdistanê di daxwuyaniya xwe de got ku ji bo xwurtkirina têkiliyên stratejîk yên navbera DYA û Iraq-Herêma Kurdistanê, ji bo dewama hevkariya di her sehayê de, têkoşîna bi terorê re û bergirtina li êrîşên IŞİDê yên li Iraqê û Sûriyê guftûgo kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bo desteka daîmî ya Amerîkayê ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybetî ji ber DYA ji ber destekê daye têkoşîna li hemberê terorê û destekê daye temîna ewlehiyê, sipasiya DYAyê kir.

Nêçîrvan Barzanî, wezîrê karên derve yê DYAyê Marko Rubio dawetî vekirina merasima balyozxana DYAyê ya li Erbîlê kir.

Wezîr Robio jî got ku wê bi tevlîbûna merasimê kêfxweş bibe. Her weha wezîr got ku wekî hevkar, DYA girîngiyê dide pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re û dê DYA desteka xwe ya ji bo wan dewam bike.

Robio behsa girîngiya çarseriya zahmetiyan, mezinkirina aboriyê, xwurtkirina geşepêdanê kir û got ji bo van tiştan werin cîh, divê hevkariya ewlehiyê û leşkerî di navbera her dû terefan de bi xwurtî dewam bike.

Di hevdîtinê de bi taybetî li ser rewşa Sûriyê û Kurdên Sûriyê û hinek mijarên din yên herêmê rawestiyan.