Nêçîrvan Barzanî, bi wezîrên karên derve yên Norweç û Urdunê re hevdîtinan kir

19 February 2023 02:18 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, bi wezîrên karên derve yên Norweç û Urdunê re hevdîtinan kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya 59em konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Almanya têkiliyên xwe yên dîplomatîk dide dewamkirin. Barzanî bi wezîra karên derve ya Norweçê bi Anniken Huiştfeldt re û bi wezîrê karên derve yê Urdunê bi Ayman el-Safadî re ji hev cuda hevdîtinan kir.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; wezîra Norweçê Huitfeldt, ragihandiye ku ew dilxweşin ku Herêma Kurdistanê bi terorê û DEAŞ ê re têdikoşe û behsa rola Kurdistanê ya bi terorê re bilind nirxandiye. Wezîra Huitfeldt, li ser têkiliyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê danûsitendina ramanan kiriye. Di hevdîtinê de her weha behsa rewşa Sûriyê û rewşa têkiliyên Herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her weha bi wezîrê karên derve yê Urdunê bi Ayman el-Safadi re civiyaye. Safadî silavên qralê Urdunê Abdullahê 2 em ji bo Barzanî ragihandiye û li ser pêşdebirina têkiliyên di navbera Urdunê û Herêma Kurdistanê, di navbera her dû welatan de firehkirina sehayên bazirganî û aborî rawestiyane. Di hevdîtinê de behsa pêşdeçûnên siyasî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê û ewlehiya wan kirine.

Her dû teref her weha behsa parastina îstîqrar û aştiya herêmê kirine, behsa firehkirina sehayên hevkariyê û koordînasyonê kirine.

Xebatên dîplomasiyê yên serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Munîhê ya Ewlehiyê de li Almanya dewam dikin.