Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Îngîltere re civiya

18 February 2023 21:49 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Îngîltere re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ya Almanya de xebatên xwe yên dîplomatîk dewam dike. Barzanî îro bi wezîrê karên derve yê Îngîltere James Cleverly re civiya. Li ser mijara hevdîtina bi Cleverly re, Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî ya fermî de weha got:

“Piş başe ku em di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi wezîrê karên derve yê Îngîltere James Cleverly re hatin cem hev. Em bende ne ku têkiliyên xwe yên xwurt bêhtir kûr bikin û xebata xwe ya bi hevre dewam bikin.”