Nêçîrvan Barzanî, bi wezîrê karên derve yê Qatarê bi Al Sanî re hevdîtin kir

18 February 2023 02:25 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, bi wezîrê karên derve yê Qatarê bi Al Sanî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa Munîhê ya Ewlehiyê de li Almanya hevdîtinên xwe yên dîplomatîk dewam dike. Barzanî di çarçoveya konferansê de bi wezîrê karên derve yê Qatarê bi Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re civînekî pêkanî. Li ser hevdîtinê serokatiya Herêma Kurdistanê daxwuyanîyekî da û ragihand:

“Di hevdîtinê de Al Sanî gotiye ku Qatar dixwaze bi Iraqê re û bi taybetî bi Herêma Kurdistanê re li ser derfetên kar û firehkirina veberhênanê raweste.”

Li ser mijarê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotiye ku wê terefên pêwendîdar her cûre destekê bide Qatarê û di mijaran de hêsankariye bike. Barzanî û Al Sanî behsa girîngiya aştî û îstîqrara di Rojhilata Navîn de kirine û bûne hemfikir da bi hevre bixebitin. Behsa çareseriya pirsgirêkan di rêya aştiya ne de mijareka wan ya dinê bûye.”

Kesên tevlî konefaransa Munîhê bûne; serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris, serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg, serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokê Polonyayê Andrzej Duda, serokwezîrê Îngîltere Rishi Sunak, seroka komisyona Yekîtiya Awrûpayê Ursula von der Leyen di nav wan de ji 40an zêdetir serokên dewletan, serokwezîrên hukumetan û li dora 100 wezîrên karên derve û bergiriyê tevlî konferansê bûne.