Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Barrot re hevdîtinê pêkanî

15 February 2025 22:56 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Barrot re hevdîtinê pêkanî

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wezîrê karên derv eyê Fransayê bi Jean-Noel Barrot re li bajarê Munihê di çarçova konferansa ewlehiyê ya 61em de hevdîtinê kir.

Di hevdîtinê de li ser mijarên pêwendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê Iraqê rawestiyan, daxwaza pêşdebirina têkiliyên xwurt, li ser mijarên siyasî, ewlehiyê û aboriyê rawestiyan.

Li gor serokatiya Herêma Kurşistanê ragihand; Barzanî ji ber desteka Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê ya daîmî sipasiya Fransayê kir û razîbûna xwe ji wezîr re ragihand. Di daxwuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê de weha hat gotin:

“Nêçîrvan Barzanî li ser navê xelkê Kurdistanê bi sedema desteka dostane ya Fransayê ku Kurdistan li hemberê terorê têkoşiyaye, di mijarê de desteka Fransayê bi teqdîr ragihand. Her weha Barzanî behsa giringiya pêşdebirina têkiliyên bi Fransa re ji wezîr re ragihand.”

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî ragihand ku Fransa bi biryare bi Herêma Kurdistanê re têkiliyên xwe û hevkariya xwe xwurt bike.

Barrot, balê kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di îstîqrara herêmê û Iraqê de û got ku wê Fransa li hemberê tehdîdên ewlehiyê desteka ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bide kirin.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên li Sûriyê û bi taybetî rewşa Rojava û rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn guftûgo kirin.