Wezîrê karên derve yê DYAyê Blinken, hisyariya givasên nû da Îranê

10 September 2024 20:37 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê DYAyê Blinken, hisyariya givasên nû da Îranê

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYA (Amerîka) yê Antony Blinken di seredana xwe ya Londrayê de, bi wezîrê karên derve yê Îngîltere bi David Lammy re civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê ji Îrana ku bi Rûsya re hevkariyê dike peyam şand û got:

“Ji bo em ji encamên tevgerên Tehranê yên girîngî aborî emîn bibin, em bi Îngîltere re dixebitin. DYA wê di seetên pêşiya me de givaşên nûh yên ser Îranê ragihîne. Em bende ne ku hevkar û hevparên me tedbîrên nûh yên ji bo Îranê ragihînin.”

Blinken got ku dê vê hefteyê bi hemkarê xwe yê Îngîltere re seredana Kievê bike. Blinken got ku Rûsya bajarên Ûkraynayê, mirovan û bi taybetî avahiyên enerjiyê kiriye hedefa xwe û dewam kir:

“Sedemekî ku Putin êrîşkariya xwe dewam dike Çîn e. Em her dû dewlet hemfikrin ku dezgeyên Çînê ji xwedîkirina makîna şer ji Rûsyayê berpirs bigrin.”

Blinken, di axaftina xwe de got Rûsya diçe hawara Îranê û Kore ya Bakûr û bi wan bawere, Tehran demekî dirêje balafirên bêmirov yên ku şer, ji Rûsya re amade dike, li Rûsyayê fabrika dronan avakiriye û ji bo bikaranîna wan leşkerên Rûsyayê perwerde kir.

Amerîka demekî dirêje hişyariyê dida Îranê ku balistik fuzeyan nede Rûsyayê. Blinken got ku çend caran Îranê li ber raya giştî û bi taybetî hişyar kiriye û dewam kir:

“Bi duzineyan xebatkarên leşkerî yên Rûsyayê di mijara bikaranîna fuzeyên balistik yên menzîla wan 75 milin yên Fath-360an hatin perwerdekirin. Rûsya niha sewqiyata wan dike û wê di nav çend hefteyan de, wê li hemberê Ûkraynayê bikarbînin.”