Iraqê êrîsa Îsraîlê ya li dijî Îranê sermezar kir

26 October 2024 12:02 0 dîtin
Iraqê êrîsa Îsraîlê ya li dijî Îranê sermezar kir

PeyamaKurd – Piştî Erebistana Siûdî û Malezyayê jî Iraqê êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê şermezar kir.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Awadî di peyama xwe de êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Iraqê berê jî hişyarî dabû encamên metirsîdar ên bêdengiya civaka navdewletî li hember reftarên hovane yên Îsraîlê li hember gelê Filistînê û êrîşên wê yên li ser Lubnan, Sûriye û Îranê Komara Îslamî ya Îranê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku li Xeze û Lubnanê agirbest were ragihandin û ji bo piştgirîkirina aramiya herêmê gavên berfireh ên herêmî û navneteweyî bên avêtin.