Kirby: Agahiyên planên êrîsa Îsraîlê yên li dijî Îranê metirsîdar in

22 October 2024 09:30 0 dîtin
Kirby: Agahiyên planên êrîsa Îsraîlê yên li dijî Îranê metirsîdar in

PeyamaKurd – Qesra Spî diyar kir ku Biden ji ber îdiayên ku belgeyên îstixbarata Amerîkayê yên ku tê de amadekariyên Îsraîlê yên ji bo êrîşa li dijî Îranê dihewîne, ji hesabê wî yê Telegramê derketine, bi fikar e.

Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîneke çapemeniyê ya serhêl de axivî.

Kirby di bersiva pirsên derbarê eşkerebûna belgeyên îstixbarata Amerîkayê yên ku amadekariyên Îsraîlê yên ji bo êrîşa li dijî Îranê vedihewîne diyar kir ku ew hîn nizanin ka ev belge çawa gihîştine hesabên gel. Di berdewamiyê de eşkere kir, Serok ji agahiyên nepenî yên ku divê ji raya giştî re neyên eşkerekirin, bi fikar e û ev nayê qebûlkirin. Em pir bi fikar in."

Kirby diyar kir ku Wezareta Parastinê (Pentagon) lêpirsînê dimeşîne da ku diyar bike ka bûyera navborî bi awayê belovacîkirinê an jî êrîşeke sîber pêk hatiye û got, “Serok bi awayekî aktîf pêvajoya lêkolînê ji nêz ve dişopîne da ku fêm bike ka ev bûyer çawa qewimî.”