Kirby: Em ji Îsraîlê dixwazin asta tundiya êrîsan daxîne

15 January 2024 16:01 0 dîtin
Kirby: Em ji Îsraîlê dixwazin asta tundiya êrîsan daxîne

PeyamaKurd - Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby ragihand ku ji bo li Xezzeyê asta tundiya êrîşan daxînin ew bi rayedarên Îsraîlê re hevdîtinan pêk tîne.

Kirby di bernameya "Face the Nation" ya televizyona CBS de der barê şerê li Xezzeyê yê di navbera Îsraîl û Hemasê de didome de nirxandinan kir.

Kirby diyar kir ku wan bi rayedarên Îsraîlî re ji bo li Gazzeyê tundiya êrîşên xwe daxîne û êrîşan kêm bikin hevdîtinan pêk anîne û got; Ez bawer dikim ku ji bo vê guherînê dem goncav e."

Kirby dom kir: "Binerin, di her operasyonên leşkerî de di qonaxan re tê derbazkirin û ger pesto li ser serkirdetiya Hemasê bê sepandin,  wê derbazbûna gihaneka vajî hêsantir be û her wiha wê gihaneka operasyonên kêm tûndtir, serdegirtinên bi hendaze û kêmbûna êrîşên asmanî destpê bike."

Di derbarê wundabûna du leşkerên hêzên deryayî yên Amerîkî ku li peravên Somaliyê operasyonên nepen dikirin de jî Kirby diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirina  wan leşkeran didome.