Kirby: Îran dikare bê hisyarî êrisî Îsraîlê bike!

16 August 2024 09:51 0 dîtin
Kirby: Îran dikare bê hisyarî êrisî Îsraîlê bike!

PeyamaKurd – Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di axaftina xwe ya bi telekonferansê de derbarê êrîşa tolhildanê ya çaverêkirî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê de got, "Agahiyên me hene ku êrîş dikare bê hişyarî û bê guman di rojên pêş de were kirin. Divê em ji vê yekê re amade bin."

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Kirby di brîfînga xwe ya bi telekonferansê de derbarê hevdîtinên agirbesta li Xezzeyê de nirxandin kirin.

Kirby diyar kir ku hîn gelek kar li ser peymanek heye ku wê herikîna alîkariyên mirovî hêsan bike û hin ji dîlên di destê Hamasê de serbest bên berdan. Kirby bal kişand ku hevdîtinên li Dohayê "destpêkeke sozdar" bû û ev daxuyanî da:

"Ji ber aloziya peymanê, em li bendê ne ku îro ji van hevdîtinan lihevkirinek derkeve. Ez hêvî dikim ku hevdîtin sibê dewam bikin."

Derbarê êrîşa Îranê ya li hember Îsraîlê de, Kirby got, "Gotinên ku ji Tehranê tên, li ser niyeta wan pir tund e."

"Em dizanin ku Îran hin amadekariyan dike"

Kirby diyar kir, "Agahiyên me hene ku êrîş dikare bê hişyarî û bê guman di rojên pêş de were kirin û divê em ji vê yekê re amade bin. Li vir ez nikarim bi zelalî ji we re bibêjim ka wê çawa be û wê kengê bibe heke bibêjin ku Îran li ser êrîşa Îsraîlê fikra xwe guhertiye. Em dizanin ku Îran hinek amadekariyan dike. Em bawer dikin ku heke ew êrîş bikin, ew dikarin bi kêmasî an jî bê agahdarî bikin. Em naxwazin tişt werin vê astê."

Kirby di bersiva pirsa derbarê daxuyaniya Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas a ku gotibû "Ez ê biçim Xezzeyê" ya îro li Lijneya Giştî ya Meclisa Neteweyî ya Tirkiyeyê hat kirin de, Kirby diyar kir ku wî heta niha daxuyaniya Abbas a ku tê gotin nedîtiye.

Kirby diyar kir ku aliyên pêvajoya agirbesta li Xezzeyê Îsraîl û Hamas in û diyar kir ku ti agahî li ser serdana muhtemel a Abbas a Xezzeyê nîne û ti têkiliya wê bi danûstandinên agirbestê re nîne.