Hikûmeta demkî ya Sûriyê hisyarî da Îranê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Esad Hesen Şeybanî got, "Divê Îran rêzê li îradeya gelê Sûriyê, serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê bigire."
Şeybanî di posta xwe ya li ser hesabê Xê de, bang li Îranê kir ku rêzê li îrade, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê bigire.
Wezîr Şeybanî got, "Divê Îran rêzê li îradeya gelê Sûriyeyê, serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyeyê bigire. Em hişyariyê didin Îranê ku li Sûriyeyê aloziyê belav neke û ji encamên daxuyaniyên xwe yên dawîn berpirsyar bin."
Ji aliyê din ve Serokê Rêxistina Hewayî ya Sivîl a Îranê Husên Purferzane ragihand ku geştên esmanî yên navbera Îran û Sûriyê bo demekê hatine rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin