Hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bo Heleb, Sam û Laziqîyê parêzgar danîn

17 December 2024 19:39 0 dîtin
Hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bo Heleb, Sam û Laziqîyê parêzgar danîn

PeyamaKurd - Hikûmeta veguhêz a bi serokatiya Mihemed El Beşîr ê ji Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) ji bo 3 parêzgehan parêzgarên nû diyar kir.

Li gorî biryarê, ji bo parêzgeha Helebê Fewaz Hilal, ji bo Gundewarê Şamê Umer El-Şêx û ji bo Laziqiyê jî Hesen Sofan wekî parêzgar hatin destnîşan kirin.

Fewaz Hilal serokê “Hikûmeta Înqaz” di navbera salên 2018 ta 2021ê bû. Umer El-Şêx yek ji fermandarên "Tevgera Ehrar El-Şam" e û Hesen Sofan jî fermandarê "Tevgera Ehrar El-Şam" e.