Îsraîlê hisyarî da: Îran heta du salan dikare çeka atomî çêke!

10 February 2021 18:56 0 dîtin
Îsraîlê hisyarî da: Îran heta du salan dikare çeka atomî çêke!

PeyamaKurd – Saziya Îstixbaratê ya Artêşa Îsraîlê di rapora xwe ya salane de ragihand ku îhtimal heye heta du salan Îran bibe xwediyê çeka atomî.

Di rapora ser gefên ku Îsraîl rûbirûyî wan bibe hatiye amadekirin de, tê gotin hêj Îranê ûranyom heta asta çekên nukleerî çêbike dewlemend nekiriye, lê dikare di nav 24 mehan de bigihîje wê astê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hîn Tehranê biryar nedaye ûranyomê heta asta çêkirina çekên atomî dewlemend bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di beyaneke xwe ya 1ê Sibatê bo NBCyê de, heger Îran di rakirina sînordarkirinên bernameya nukleerî de berdewam be, dikare di nav hefteyan de jî bibe xwediyê ûranyoma ku bikare çekên atomî çêbibe.