DYAyê hisyarî da Îranê: wê hêrisa li dijî Îsraîlê ziyaneke mezin bide aboriya Iranê

09 August 2024 15:35 0 dîtin
DYAyê hisyarî da Îranê: wê hêrisa li dijî Îsraîlê ziyaneke mezin bide aboriya Iranê

PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hişyarî daye Îranê ku eger ew li dijî Îsraîlê hêrişeke mezin pêk bîne, wê hikûmeta wê ya nû û aboriya wê derbeke mezin a wêranker bixwe.

Wall Street Journalê di nûçeya xwe ya di derbarê mijarê de, li ser zarê rayedarên payebilind ên DYAyê  ragihandiye ku DYAyê hişyariya xwe hem bi bi awayê rasterast hem jî bi ser navbeynkaran gihandiye Tehranê.

Di nûçeya rojnameya Wall Street Journalê de wiha hatiye gotin: "Washingtonê peyamên zelal ji Tehranê re şand ku eger li dijî Îsraîlê hêrişeke tolhildanê ya mezin bike, metirsiya aloziyeke mezin pir zêde ye û dibe ku ev yek bibe sedema têkçûna hikûmeta nû û aboriya Îranê."

Rayedarên DYAyî diyar kirine ku mebesta nameya ku DYA ji Tehranê re şandiye, ne gefa çalakiyên leşkerî yên li dijî hedefên Îranê ye, lê belê hişyarkirina metirsiyên ku dibe sedema bersiveke leşkerî ya tund a Îsraîlê ye.

Rayedaran her wiha diyar kirine ku agahiyeke zelal li ser wê yekê tune ka Hizbullahê li gel Îranê planeke hevbeş a hêrişeke li dijî Îranê amade kiriye ya na.

Weke tê zanîn Hizbullaha Lubnanê xwedî cebilxaneyeke mezin a mûşekan e ku dikare bigihe Îsraîlê û tirsa Îsraîlê ew e ku Hizbullah bi hêrişeke hevpar a li gel Îranê û Hizbullahê, sîstemên parastina mûşekî yên Îsraîlê têk bibe.

Rayedarekî din ê DYAyî ji Wall Street Journal re wiha gotiye: "Beriya hêrişa cara borî em jê haydar bûn, lê belê vê carê em li gorî pêşbîniyan tevdigerin."

Tê bawerkirin ku Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ku hefteya borî ji bo dest bi erka xwe bixwe sond xwar, ji diyalogeke nû ya bi Rojava re vekirî ye, lê belê polîtîkayên asta bilind ji mêj ve ji hêla rêberê Îranê Elî Xamaneyî ve hatine destnîşankirin.