Li Iraqê li dijî baregeha DYAyê hêrisa mûsekî
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Anbara parêzgeha Iraqê, li dijî baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Eyn Esedê hêrişeke mûşekî pêk hatiye.
Berpirsên ewlehiyê yên Iraq û DYAyê ragihandin ku şeva borî li bajarê Anbarê, bi mûşekan hêrişî baregeha leşkerî ya Eyn Esedê ya DYAyê hatiye kirin.
Li gorî rayedarên ewlehiyê yên Iraq û DYAyê yên ku ji AFPê re axivîne, hêriş bi 3 - 4 mûşek û dronekî pêk hatiye.
Rayedarê ewlehiyê yê Iraqê da zanîn ku 4 mûşek li derdora baregehê ketine û ti zîyan çênebûye. Berpirsekî ewlehiyê yê DYAyî ku nexwestiye navê wî bê eşkerekirin ji ajansê re gotiye: "Hêriş bi sê mûşekan û dronekê pêk hat, lê belê mûşek û dron li derdora baregehê hatin xistin."
Li gorî zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Heta niha ti hêz an jî komê, bi fermî berpirsyariya vê hêrişê negirtiye ser xwe.
Ev hêriş 48 demjimêr piştî civîna Komîteya Bilind a Hevahengiya DYA û Îraqê ya li ser vekişîna ji Iraqê ya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê pêk hat.
Komên çekdar ên Şîe ku berê berpirsyariya hêrişên bi vî awayî girtibûn ser xwe, hîn berpirsyariya vê hêrişê negirtine ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin