Baregeha Barzanî êrîsa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê sermezar kir

20 January 2022 11:14 0 dîtin
Baregeha Barzanî êrîsa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê sermezar kir

PeyamaKurd Baregeha Barzanî di derbarê êrîşa li dijî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah de, daxuyaniyek belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.

Daxuyaniya Baregeha Barzanî wiha ye:

Em bi tundî vê êrîşa terorîstî şermezar dikin, ku îşev li ser ofîsa heval Şaxewan Ebdullah, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê êrîş hat kirin.

Em daxwaz dikin aliyên pêwendîdar vê kiryara terorîstî bişopînin û kesên ku ev êrîş encam dane eşkere bikin û cezayê wan bidin.

Teror tu carî nikare bi ser îradeya azadîxwaz û pêkvejiyanê zal bibe.

Baregeha Barzanî

19ê Çileya 2022yan