Mesrûr Barzanî êrîsa li dijî malbata Kurd a li Konyayê sermezar kir

31 July 2021 11:35 0 dîtin
Mesrûr Barzanî êrîsa li dijî malbata Kurd a li Konyayê sermezar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê êrîşa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kir û diyar kir: “Ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigîhin cezayê xwe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek li ser êrîşa li dijî malbata Kurd belav kir û da zanîn: “Ji ber nûçeya êrîşa hovane ya li dijî malbata Kurd li bajarê Konya yê Tirkiyê, ez gelekî xemgîn bûm.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Hikûmeta min sersaxî dide malbata wan û ez hêvî dikim encamderên vê bûyerê bigîhin cezayê xwe.”