Mesrûr Barzanî: Ez bi tundî vê êrîsa hovane ya li dijî gelê Kurdistanê sermezar dikim
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku êrîşa Pasdarên Şoreşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir, daxwaz ji Iraqê kir ku helwestê nîşan bide û civaka navdewletî jî li hember vê rewşê bêdeng nemîne.
Şeva din di saet 23.00an de gelek caran bi fuze û balafirên bê mirov êrîşî Hewlêra paytext hate kirin. Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe ku di heman demê de sivîl jî kirin armanc.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku gelek cihên sivîlan bûne armanca êrîşa moşekên balistîk û li gorî zanyariyên destpêkê, di êrîşê de 4 sivîl mirine û 6 sivîl jî birîndar bûne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi tundî êrîş şermezar kir.
Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de ev daxuyanî bi kar anî:
“Hewlêr îro careke din bû armanca êrîşa moşekî ya Pasdarên Şoreşa Îranê. Di êrîşa nedadperwer a îşev de mixabin gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku cenabê şehîdan bi buhiştê bibihîze û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim.
Ez vê êrîşa hovane ya li dijî gelê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikim. Ez bang li hikûmeta Bexdayê dikim ku li hember vê êrîşa ku binpêkirina eşkere ya serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê ye, helwesteke prensîb nîşan bide.
Herwiha daxwaz ji hevkarên me yên civaka navdewletî dikim ku li hember êrîşên dubare yên li dijî gelê Kurdistanê bêdeng nemînin.
"Di rojên pêş de em ê bi hevkarên xwe yên civaka navneteweyî re ji bo rawestandina van êrîşên hovane yên li ser gelê me yê bêguneh bixebitin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin