Mesrûr Barzanî êrîsa mosekî bi tundî sermezar kir: Hewlêr li ber tirsonekan çokê naçemîne!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û got: “Hewlêr li ber tirsonekan çokê naçemîne.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî êrîşa moşeka ya ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Mesrûr Barzanî got: “Hewlêr li ber tirsonekan çokê naçemîne. Ez bi tundî vê êrîşa terorî ya ser çend cihên Hewlêrê şermezar dikim û bangî xelkên leheng û mêrxasên Hewlêrê dikim, ku sebir bikin û rênîşanên dezgehên asayişê jî bi cih bînin. Spasiya xweragirtina we dikim.”
هەولێر خۆی بۆ ترسنۆکان ناچەمێنێت.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) March 13, 2022
ئەو هێرشە تیرۆریستییەی کرایە سەر چەند شوێنێکی هەولێر، بە توندی شەرمەزار دەکەم و داوا لە خەڵکی قارەمان و خۆڕاگری هەولێر دەکەم ئارام بگرن و ڕێنمایی دەزگا ئەمنییەکان جێ بە جێ بکەن.
Şeva îro 13ê Adarê li demjimêr 01:00ê piştî nîvê şevê, li gorî daxuyaniyên fermî 12 moşekên balîstîk ên ji derveyî axa Iraq û Kurdistanê hatine avêtin li Hewlêrê ketin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin