Mesrûr Barzanî êrîsa terorîstî ya ser hêzên Pêsmerge bi tundî sermezar kir

31 December 2023 15:15 0 dîtin
Mesrûr Barzanî êrîsa terorîstî ya ser hêzên Pêsmerge bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li sre êrîşa terorîstî ya bi dronan bi ser baregeha Pêşmerge ya li Hewlêrê de, bertek nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser medya civakî Xê da xuyakirin: “Em dilgiraniya xwe ya kûr li hember êrîşa teroristî ya şeva borî li ser baregeheke Hêzên Pêşmerge li bakurê rojhilatê Hewlêrê nîşan didin. Ez êrîşa hêzên deryasayî û hevkarên wan, bi tundî şermezar dikim.”

Mesrûr Barzanî got: “Em baş ji van lîstokan têdigihin ku kesên deryasayî li pişt wan hene, mafê me jî heye ku berevaniya gelê xwe bikin.”

Serokwezîr Barzanî got: “Pêwîst e hikûmeta federal her êrîşeke li dijî Herêma Kurdistanê weke êrîşeke li ser tevahiya Iraqê bibîne û helwesteke cidî nîşan bide û bi kirdarî bersivê bide. Ji ber nebûna helwestê, milîs zêdetir han didin ku destdirêjiyê bikin, ew pere û çekên dewletê bikar tînin bo êrîşkirina li ser Herêma Kurdistanê, têkdana aramiya hemû welat û derxistina şer û nakokiyan li welatekî ku gelek xwîn lê hatiye rijandin.”

Mesrûr Barzanî dawiyê diyar kir: “Ez bang li Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî dikim ku bi kirdarî rêkarên pêwîst bigire ji bo rawestandina van êrîşan, cezakirina wan koman û kontrolkirina herêmên ku ji bo êrîşan têne bikar anîn.”