Ji Mesrûr Barzanî peyama salvegera êrîsa terorîstî ya 1ê Sibata 2004an

01 February 2021 15:28 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama salvegera êrîsa terorîstî ya 1ê Sibata 2004an

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegerna 17emîn a êrîşa terorîstî ya 1ê Sibatê de ku 101 serkirde û Pêşmerge şehîd bûbûn, peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser twîtterê belav kiriye de got: “Îro roja bibîranîna şehîdên êrîşa terorîstî ya 1ê Sibat a 2004ê ye û bi rêzdarî serê xwe li hember ruhê şehîdan dadixim.”

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de herwiha teqezî li pêşxistina nirxên pêkvejiyanê û yekrêziyê kir.

Îro salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê ye