Ji Mesrûr Barzanî peyama salvegera Raperînê: Berhema yekîtiya hêzên Kurdistanî...

05 March 2023 12:34 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama salvegera Raperînê: Berhema yekîtiya hêzên Kurdistanî...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Adarê bi boneya salvegera Raperîna sala 1991ê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û got: “Raperîn, peyameke zelal a gelê Kurdistanê ji hemû cîhanê re bû ku ew bindestî û dagirkeriyê red dike û dixwaze bi serbilindî û bi rûmet bijî. ”  

Serokwerzî Mesrûr Barzanî ragihand, “Bi boneya 32 saliya raperîna mezin û birûmet a gelê Kurdistanê ya Adara 1991ê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî hemû gelê Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.”

Mesrûr Barzanî got: “Raperîna bi rûmet a sala 1991ê, berhema yekîtiya hêzên Kurdistanî, civak û beşên cuda yên gelê Kurdistanê bû ku qonaxeke dîrokî di têkoşîna gelê Kurdistanê ya rizgariya ji bindestî, dagirkerî û azadiyê de dirust kir.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Raperîn, peyameke zelal a gelê Kurdistanê ji hemû cîhanê re bû ku ew bindestî û dagirkeriyê red dike û dixwaze bi serbilindî û bi rûmet bijî. Di vê boneya pîroz de, em tekezî li ser yekrêzî û tebayîya gelê Kurdistanê yê niştimanperwer dikin ji bo parastina destkeft û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê ku em bi her awayî berevaniyê li wan bikin û dest jê bernadin û proseya avadankirin û geşepêdana Kurdistanê de berdewam dibin.”

Di dawiya peyamê de Serokwerzî Barzanî wiha got: “Di salvegera raperînê de em bejna xwe li ber şehîdên nemir ên raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

32 sal berê çiraya azadiyê hat vêxistin: Raperîna Gelê Kurdistanê dest p