Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama salvegera Soresa Îlonê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro 11ê Îlonê bi boneya salvegera Şoreşa Îlonê, peyamek belav kir.
Serokwezîr Barzanî got: “Ji ber xweragirî û îradeya bihêz a xelkê Kurdistanê, dijmin neçar bû beşek ji mafên netewî û niştimanî yên rewa di çarçoveya Peymana Yazdehê Adarê de nas bike.”
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya salvegera Şoreşa 11ê Îlonê wiha ye:
“Îro em şoreşa gelê Kurdistanê bi bîr tînin ku Şoreşa Îlonê ya mezin e. Ev şoreş xaleke werçerxanê ya dîrokî û şoreşeke sertaserî a xelkê Kurdistanê bû bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî bi serkirdatiya Rêberê Niştimanperwer Mistefa Barzanî yê Nemir.
Yek ji giringtirîn û bihadertirîn taybetmendiyên Şoreşa Îlonê, yekrêzî û yekgirtiya gelê Kurdistanê bû ku ji ber xweragirî û îradeya bihêz a xelkê Kurdistanê, dijmin neçar bû beşek ji mafên wî yên netewî û niştimanî yên rewa di çarçoveya Peymana Yazdehê Adarê de nas bike.
Her wiha giringtirîn nasnameya Şoreşa Îlonê, guhartina raperîn û xebata navçeyî bo şoreşeke niştimanî ya sertaserî li hemû Kurdistanê û avakirina hesta netewî û niştimanî li cem hemû welatiya Kurdistanê bû.
Îro ku salvegera Şoreşa Îlonê ya Mezin bi bîr tînin, pêwîst e hemû alî û pêkhateyên gelê Kurdistanê yekhelwest û yekdeng bin ji bo berevanî û parastina mafên me yên destûrî û destkeftên me yên niştimanî ku xelk Kurdistanê bi dehan salan ji bo wan xebatê dike û qurbaniyên mezin dane.
Di salvegera Şoreşa Îlonê de, bi rêz û pêzanînê ve hemû Pêşmerge û beşdarên vê şoreşa mezin a gelê Kurdistanê bi bîr tînin.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û tevahiya şehîndên Kurdistanê”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin