Ji Mesrûr Barzanî peyama 48emîn Salvegera Soresa Gulanê: Hikûmeta Kurdistanê hate damezrandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, li ser 48emîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de, pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, Pêşmerge û têkoşerên ku beşdarî Şoreşa Gulanê bûne, kir.
Peyama Mesrûr Barzanî ya bi boneya 48emîn salvegera Şoreya Gulanê wiha ye:
“Di 48 saliya Şoreşa Gulanê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî, Pêşmergeyên qehreman û hemû Pêşmerge û têkoşerên ku beşdarî şoreşê bûne, dikim.
Şoreşa Gulanê ku berdewamiya Şoreşa Mezin a Îlonê ya bi rêbertiya Barzaniyê nemir bû, hêvî û umîdeke mezin li gelê Kurdistanê vegerand û plangêriyên dijminên gelê Kurdistanê têkşikandin ku dixwestin dawî li şoreş û têkoşîna rewa ya gelê Kurdistanê bînin, ji ber ku berxwedana gelê Kurdistanê û yekrêzî û yekrêzî û yekhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî, bû sedema bidestveanîna gelek destkeftên mezin yên niştimanî ku ya herî mezin, raperîna mezin a sala 1991ê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Di 48 saliya Şoreşa Gulanê de, em bi rêz û pêzanînê ve hemû xebatkar û têkoşerên ku beşdarî vê şoreşê bûne, bi taybetî jî rêberê herdem di bîr de Îdrîs Barzanî bibîr tînin.
Silav li giyanê pak ên şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin