Peyama Mesrûr Barzanî ya salvegera damezrandina PDKê

16 August 2024 13:57 0 dîtin
Peyama Mesrûr Barzanî ya salvegera damezrandina PDKê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta 78emîn salvegera damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyama pîrozbahiyê belav kir. Serokwezîr di peyama xwe de got: PDK ku pêşengiya tevgera rizgariya Kurdistanê kiriye, herdem dibistana kurdayetî û niştimanperweriyê bûye û ji roja yekem ku di bin serokatiya Nemir Mistefa Barzanî de hatiye damezirandin ve, partiya hemû pêkhate û gelên Kurdistanî bûye.”

Serokwezîr û Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku PDK, di bidestxistina destkeftên gelê Kurd de roleke sereke leyiztiye û bûye hêviya gelê Kurdistanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama xwe wiha domand:

“Bi helkefta 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û salvegera jidayikbûna Serok û rêberê me yê niştimanî birêz Serok Barzanî, bi dil û can pîrozbahiyê li Serokê xwe û hemû endam û alîgirên PDKê dikim. 

PDK ku serkirdayetiya bizava rizgarîxwaza Kurdistanê girtiye ser milê xwe, ji roja yekem a damezrandina xwe ve di bin serokatiya Nemir Barzanî de, hertim dibistana kurdayetî û niştimanperwerî û partiya hemû pêkhateyên Kurdistanê ye roleke girîng û bibandor di parastina pêkhateya destûrî ya gelê xwe û bidestxistina destkeftên neteweyî de.

Serokwezîr amaje bi hilbijartinên 20ê Cotmehê jî kir û got: “Em hêvî dikin ku endam û alîgirên PDKê bi hemû coş û dilsoziya xwe beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin û PDK bibe hêza yekem û pêşeng li Kurdistanê. wek her carê."