Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Raperînê peyamek belav kir

05 March 2021 13:15 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera Raperînê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Îro 30 sal di ser Raperîna Adara 1991an de derbas dibe. Bi boneya salvegera Raperînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û da zanîn: “Berhema yekrêzî û yekgirtina hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê, hêz û aliyên Kurdistanî bû û redkirina zilm, dagirkarî û bindestiyê bû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Raperînê weke “werçerxaneke dîrokî” pênase dike û dibêje:

“Di şoreş û têkoşîna tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê de ku berhema vê jî çêbûna pêgeha federalî ya Herêma Kurdistanê, dezgehên fermî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê bû, ku pêwîst e îro her takekî Kurdistanî, tevahiya alî û pêkhateyan, bi yekrêzî û yekdengî berevanî ji destkeftiyên nîştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.”

Serokwezîr Barzanî, di bîranîna 30 salî ya “Raperîna şikûmend ya Adara 1991an ya gelê Kurdistanê de, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û malbetên serfiraz yên şehîdan” dike.

Mesrûr Barzanî di peyama we de destnîşan dike: “Raperîna Adara 1991an yek ji serweriyên mezin yên gelê Kurdistanê ye, ku berhema yekrêzî û yekdengiya tevahiya çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî bû , redkirina zilm, dagîrkarî û bindestiyê bû.”

Mesrûr Barzanî dibêje: “Nirx û buhayên bilind yên raperînê û bingehên bihevre jiyana aştiyan, lêbûrîn, aştîxwazî û mirov dostiya gelê Kurdistanê her tim werin parastin û geşe pêdan.”

Herwiha di peyama xwe de Mesrûr Barzanî dide zanîn: “Bila bîranîna Raperînê handereke zêdetir be bo ku piştîvanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin, daku bikarêbe bi baştirîn awayî bernameya reforman cîhbicî bike û xizmeteke baştir pêşkêşî tevahiya xelkê Kurdistanê bike û bihevre Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve bibin.

Herî dawî jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Şikûdar be bîranîna salvegera raperîna Adara 1991an. Serê rêzdariyê bo şehîdên raperînê û tevaiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.”