Mesrûr Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera pêla jenosîdkirina Enfalê peyamek wesand

14 April 2020 10:05 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera pêla jenosîdkirina Enfalê peyamek wesand

PeyamaKurd - Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera jenosîdakirina Enfalê peyamek belav kir, ev jî deqa wê peyamê ye.

Îro 32 sal bi ser mezintirîn şalawa cînosayidkirina gelê Kurdistanê derabaz dibe, ku pişkek bû ji zincîre şalawên jenosîdkirin û armanc jê nehêlan û jinavbirina nasname ya neteweyî ya Kurd û gelê Kurdistanê bû.

Bîranîna wan tawanên mezin, ku li beranber xelkê Kurdistanê û li ber çavên  cîhanê hatin encamdan û bi hezaran kesên bê tawan têde bûne qurbanî, nabe tenê bîranîneka asayî ya azarên me be, lê divê bi hemû şêweyekê hewla jinavbirina wê hizra şovenî û regezperistîyê bête dan, ewa li pişt encamdana tawan û cînosayîda wê Enfalê ye kû piranîya deverên Kurdistanê vegirtîye û birîneka kûre di leş û hişê gelê Kurdistanê de û nahête ji bîrkirin.

Hikumeta Herêma Kurdistanê di demkê de ku dirêjîyê dide hewlên xwe bo bi nêvdewletîkirina kêysa Enfalan û nasandina wê bi cînosayid, berdewam jî li xema baştirkirina jîyan û guzeranên malbatên şehîdan û kesûkarên qurbanîyên şalawên cînosayida Enfalê ye, ku pêwîst e dewleta Îraqê berpirsîyarîya destûrî û sincî ya xwe li qerebûkirina evan tawanên mezin  bixe di stûyê xwe de û diltenahîyê bide ji dûbarenebûna wan di ayînde de.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

14/4/2020