Peyama Mesrûr Barzanî ya Raperînê: Di bin ti zext û gefan de em dest ji mafên xwe yên rewa bernadin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta 34emîn salvegera Raperînê ya gelê Kurdistanê ya li dijî zilma rejîma Be’sê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi minasebeta salvegera Raperînê, pîrozbahî li hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku ne pêkan e jy gelê Kurdistanê di bin ti zext û gefekê de dest ji mafên xwe yên rewa berde û wiha got:
“Îro bi bîranîna vê serhildana mezin û bi rûmet, ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û yekhelwêstiyê heye ji bo parastina saziyên destûrî û qanûnî yên Herêma Kurdistanê, destkeftên ku me bi têkoşîn û qurbanîdana Pêşmergeyên xwe yên qehreman û xwîna geş a şehîdên me yên serbilind bi dest xistine.”
Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku Reperîn yek ji serweriyên herî mezin e ku gelê Kurdistanê her tim şanaziyê bi wê kiriye.
Wî diyar kir ku Raperîn serhildaneke gelêrî ya giştî ya Kurdistanê ye ku hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê tê de beşdar bûne.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di encama yekrêziya gelê Kurdistanê, hêz û aliyên Kurdistanî de ji bindestî û dagîrkeriyê rizgar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin